Malûmatîyên dîrokî, êtnografî û zargotinî derheqa bawermendîyên êzdîyan da

Êzdîtî bi sedsalan ji alîyê desthilatdarîya Asîya Biçûk ya dînî da hatîye zêrandin û bêdengkirinê.

Dînê êzdîtîyê di qalibê eşîrtîyê da karê xwe meşandîye û navê „dînê surî“, „dînê şeytan“ û yên din lê kirine, lê dîsa jî heta îro heyetîya xwe parastîye.

Ji demên buhurî, piranî li cî û warên çiyayî, ku rê û pêge li wan deran nediket, ew kurdên koçer û nîvkoçer ne tenê şahidê qewimandinên dîrokî bûne, lê herwiha tevî wan qewimandinan bûne, himberî zordest û zevtkaran şerê ji bo azadîyê û serxwebûnê kirine. Ew têkoşîn di sedsala 10-11an, dema kurdên Merwanî û sedsalên 10-12an da di dema kurdên Şedadîyan da bûye.

Derheqa dîroka pêşîyên vê binemala kurdan ya mezin da, ku pareveyî li ser gelek qebîl û beran dibe, lêkolîneke ciddî tune. Malûmatîyên heyî jî kêm û nivîşkan in, gelek nivîsên li ser kurdan serra-berra ne û bingehên wan yên zanyarî tunene.

Piranîya malûmatîyên derheqa kurdan yên bi zimanên cuda-cuda nivîsî piranî yên êtnografî ne.

Gelek rêwî û mîsîonêran hewil dane emir û deba kurdên êzdî, bawermendîyên wan lêbikolin, lê ew ji wan ra tam li hev nehatîye, ji ber ku kurdên êzdî guneh dihesibînin, ku surên dînê xwe elamî kesên ne ji dînê xwe bikin. Sebebê vê yekê ew bûye, ku miletên li der û dorên êzdîyan bi dijminayî berbirî dînê wan bûne, ew bi nav kirine wek „peyhatîyên şeytan“, „pûtperest“ û h.w.d. D. Pagîrêv rast dibêje, gava dinivîse: „Heta niha jî bi tu kesî ra li hev nehatîye haj ji surên dînê êzdîyan hebin“.[5]

Derheqa dînê êzdîtîyê da ji berhemên zanyarî pirtir mîf û lêgênd (çîrokên jiberxwe derxistî) hene.

Gorî lêgêndeke wisa, êzdî bi xuliqîn û bawermendîyên xwe va ji gelên cihanê yên mayîn têne cudakirinê. Gorî lêgêndekê 72 kur û keçên Adem û Hewa bi hev ra dizewicin û „nesîyan“ (şûmîyan) dikin. Ji wana gelek „milet“ dertên. Hemû ewledên wana, xên ji yekî, ji Adem û Hewayê bi dûr dikevin, dê û bavên xwe yên bextreş bêxwedî dihêlin. Dê û bavên bedbext dimînin hêvîya ewledê xwe yê nivîşkan Şaydî Bincêr. Hewa îdî pîr bûbû, li Adem xweş nedihat, Adem dixwest bi jineke din ra bizewicîya. Xudayê Melekê Taûs bi rêberîya Ezrayîl horî-perîyekê dişîne bal wî. Dema Hewa wêya dibîne, bal wî şik pêşda tê.

-Adem li ku ye?- Ezrayîl jê dipirse.

-Li mal e,- Hewa bersîvê dide,- min kirasê wî şûştîye, tazî ye, ji mal dernayê, hinekî hêsa bin, ezê wî bişînime bal we.

Mêvan ber malê rûdinên, lê Hewa dikeve hundur û ji Adem dipirse:

-Adem, rast bêje, tu ji min hiz dikî? Eger ez bême bawerkirinê, ku tu ji min hiz nakî, îdî jîyana min badilhewa ye, ezê xwe bikujim.

-Guneh e, Hewa, tiştên wisa nebêje.

-Na, na, tu îdî ji min hiz nakî, emirê min pûç e.

Hewa dest pê dike digirî û hêsiran dibarîne. Adem şaş û metel mabû, nizanibû çawa ber dilê wê da bê.

-Hewa,- Adem dibêje,- bawer bike, ku ez ji te hiz dikim û tu sebeb tune ku ez ji te hiz nekim.

-De, bi navê Xwedê sond bixwe!

-Ez sond dixum!

-Eger jineke din rastî te bê, li te xweş bê, tu min bernadî, ne?

-Qet tiştên wisa nabe... fikirên wisa ji serê xwe derxe.

-De bi navê Melekê Taûsê sond bixwe.

-Sond dixum.

-De, niha here der va, Ezrayîl gazî te dike.

Adem diçe der va û Ezrayîl bi horîyekê dibîne. Ew teze ser hisehisan dikeve ku qesta Hewayê çi ye, lê îdî dereng bû.

Ezrayîl jê ra dibêje, ku Xwedê ev horî jê ra şandîye, lê Adem dibêjê, ku ewî bi navê Xwedê sond xwerîye, ku bi jineke din ra nezewice. Şêwra xwe dikin û biryar digirin, ku wê horîyê bidine kurê Adem - Şaydî Bincêr.

Û ji wî Şaydî Bincêrî û horîya ji esmanan hatî êzdî dixuliqin[6].

Gorî lêgêndeke dinê Melekê Taûs êzdî xuliqandîye. Bi daxaza Melekê Taûs xortekî bi navê Êzdî bi horî-pêrîyeke buhuştê (cinetê) ra zewicîye û ji wana êzdî xuliqîne[7].

Lêgêndeke din jî ya derheqa xuliqandina êzdîyan da me ji zarê (devê) aşiq Ahmê Çolo nivîsîye: „Ser milê qiralekî kubar du mar şîn dibin. Bona xwe ji van maran biparêze, şêx şêwrê didine qiral, ku ew bi mejûyên merivan va bidine têrkirinê. Qiral guh dide şêxan, bi a wî dike û her roj serê xortekî hildiqetîne û mejûyê wî dide maran. Celat gunehê xwe bi wan xortan tînin, dewsa xortan rojê pezekî serjê dikin û mejûyê wî didine maran. Xortên ji wê xezebê xilazbûyî direvine çiyayên Êzdistanê, û li wir ji zuretên wan êzdî dixuliqin, paşê ew xurt dibin û radibin himberî qiral şer dikin“[8].

Lêgêndek jî bal farizan heye, ku li wira ji çiyan ra Kurdistan dibêjin.

Di lêgênda pêşin da navê Êzdistanê tê bîranînê, lê lêgênda dinê da navê Kurdistanê tê bîranînê. Di herduyan da jî behsa xuliqandina kurdên êzdî tê qalkirinê. Li vir tiştê balkêş ew e, ku kurdên êzdî û gelê kurd di eynî demê da xuliqîne û herdu jî eynî milet in. Xênji wê, derheqa hêz û zoraya kurdan da tê gilîkirinê, ku ew çiyayî ne, xurt û mêrxas in.

Kurdên êzdî yên Îraqê ji demên buhurî, di zû da li herêma Şengalê, bakurê Mûsilê dijîn.

Ziyareta Şêxadî, mezelên xunedarên Êzdîyan li çiyayên Şengalê ne. Êzdî her sal diçine wira, qurbanan didin, cejinên êzdîyan pîroz dikin, dua û ebabetî li ser mezelên serekên dînê xwe dikin.

Êzdî bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî dipeyîvin, ku tesîra farizî û erebî li ser gelek e. Kêm zanyar li ser dîroka êzdîyan sekinîne. Gorî dîrokzan M. Çamçyan, Vaysêrê alman û yên din kurd, êzdî jî di nav da, di sedsala 10an da xuliqîne. Lê gelek kes himberî vê yekê dertên, wek serekqumandar û rêwî Ksênofon, ku di pirtûka xwe ya bi sernavê „Anabazîs“ da dibêje, ku kurd hela sedsala 5an ya berî dewrana me, ango berî bûyîna Îsa Pêxember, hebûne û navê wan „Kardûx“ bûye.

Profêsor Markwart û akadêmîk H. Manandyan ser wê bawerîyê ne, ku ew kesên di pirtûka „Anabazîs“ da hatine bîranînê, pêşîyên kurdan in, lê bi bawerîya dîrokzan-salnivîsê ereb Masûd pêşîyên kurdan ewledên merivê bi navê Kurd e. Di salnivîsarîya ermenîyan da kurd bi „Miletê Marî“ („Mîdîyayî“) hatine binavkirinê û li ser vê bingehê tê texmînkirinê, ku ew pêşîyên kurdan bûne[9].

Pirs pêşda tê, gelo kurdên êzdî, ku binecîyên Îraqê û Îranê bûne, Zerdeştî qebûl kirine, an na? Çend zanyar, bê îzbatîyên zanyarî, ser bingehê lêgêndan hatine ser wê bawerîyê, ku kurdên êzdî dînê Zerdeştîyê qebûl kirine.

Nayê înkarkirinê, ku tesîra dînê Zerdeştîyê li ser kurdên êzdî heye, lê em nikarin tam bêjin, ku kurdên êzdî dînê Zerdeştîyê qebûl kirine.

Bawerîya Rojê (Tavê), ku bingeha dînê Zerdeştîyê ye, di nav gelek miletên Rojhilatê, herwiha di nav kurdên êzdî da jî belav bûye.

Wisa xuya ye, ku kurdên êzdî Xudayên farizan - Ahûra Mazda û Ehrîman qebûl nekirine, lê heyetîya ruhber-xudayên qencîyê û xirabîyê qebûl kirine. Di êtnografîya û zargotina kurdan da tu malûmatîyên derheqa hebandina Xudayan da rastî me nehatine, lê derheqa Melekê Taûs û Şêxadî da gelek malûmatî hene.

Ji ber ku kurdên êzdî van Xudayên farisan ne hebandine, lema jî em nikarin bêjin, ku ewana çûne ser dînê Zerdeştîyê. Ew fikira Y. Karsêv şaş e, ku kurdên êzdî pey dînê Zerdeştîyê çûne[10].

Pirs pêşda tê: lê gelo kurdên êzdî çi hebandine.

Kurdên êzdî, xên ji qewimandinên tebîyetê û bûyerên li erş û ezmanan, herwiha Melekê Taûs hebandine, ku ji kûraya sedsalan tê. Di jîyana eşîrtîyê da Melekê Taûs wek melek hebandine, lê paşê wek Xudayê mezin hatîye hebandin.

Heta niha jî Xudayê kurdên êzdî Melekê Taûs e[11]. Ziyareta Melekê Taûs niha jî di nav kurdên êzdî da wek cîyê buhurtî ye û emê derheqa vê yekê da paşê bi hûrgilî xeberdin.

Hinek kurdên êzdî pêşîyê xwe yê bi navê Êzdî jî Xudayê xwe dibînin. Xudayê Êzdî û Şêxadî li ber parastgeha Lalişê hatine çelkirinê. Ser dîwarên parastgehê nivîsên bi kurdî, bi tîpên erebî kolayî, wek „Melek Êzdî, bira duaya Xwedê li ser te be“, „Şêxadî, bira duaya Xwedê li ser te be“ heta niha jî hene[12].

Beşeke ereban û aşûrî jî goristana Şêxadî ji xwe ra ziyaret dihesibînin.

Ev îzbatî dide kivşê, ku Êzdî, herwiha Şêxadî jî, merivên rastî bûne, ku paşdemê da ew wek Xweda hatine qebûlkirin. Gorî lêgêndeke kurdan Êzdî wek Xwedê tê hebandin. Qewileke êzdîyan da tê gotinê: „Êzdî Xwedê ye“[13].

Di sitiraneke dînî da Êzdî wek alîkarê Xwedê ye, extîyarîyên wî hema bêje weke extîyarîyên Xwedê ye. Di sitiranê da tê gotin:

 

„Melekê Taûs Xwedê ye

Êzdî jê ra mal û hal e

Ew rûniştîye li erşa ye

Dike ev fermana ye“[14].

 

Ango, kurdên êzdî pêşîyê xwe yê bi navê Êzdî wek Xwedê dibînin, hêza wî beramberî hêza Xwedê dikin.

Di bawermendîyên êzdîyatîyê da hebandina Şêxadî (Şêx Adî) cîkî berbiçev digire. Şêxadî merivekî dîrokî bûye, melek bûye, êzdî weke Xwedê jê hiz kirine, heta ew kirine Xwedê. Derheqa Şêxadî da malûmatîyên awa hene: ew ji malbeta Adîyan e, kurê Misafir e, di sedsala 12an da jîye, di 90 salîya xwe da li herêma Hekarîyê, devera Mûsilê çûye ser dilovanîya Xwedê.

Sêmyonov nivîsîye: „Di dema serkirdayetîya El-Muktadir Belyax da (sala 295 ya hicrê) nivîskarê kurd yê bi nav û deng Mensûr ul-Xelaç û şêxê sofî Ebdul Qadirê Geylanî jîne. Hema di wan deman da yekî bi navê Şêx Adî hate meydanê, ku xelkê ji der û dorên çiyayên Hekarîyê bû...“[15]

Gorî êzdîyan Şêxadî „ji erdan difire ezman“ û bi alîkarîya Melekê Taûs serokatî li cihanê dike. Bal êzdîyan Şêxadî Melekê ku bûye Xwedê ye. Ev yek bal musulmanan jî wisa ye, ku bi çevê Xwedê li Mihemed dinihêrin. Di dema derebegîya ereban da Mihemed dibe melek û hildifire ezmanan. Derheqa vê yekê da di zargotina kurdan da jî heye, ku Mihemed hilfirîyaye ezmanan, çûye qatê heftan yê ezmîn, ango qatê herî dawî û li wir li rex Xwedê, ser kursîyê rûniştîye. Xwedê jê aciz nabe, lê hela di ser da jî bi dilekî şa wî qebûl dike.

Şêxadîyê êzdîyan sofî bûye, ewî jîyana dinya ronik hiz ne kirîye. Ew ji wê jîyanê direve, li çiyayên Şengalê bi cî dibe, li wira dijî û li wir parêstghek ava dike û ew heta niha jî tê binavkirinê wek „Mala Şêxadî“ û ziyareta êzdîyan ya sereke ye, wek ku Mek û Medîn bona musulmanan.

Derheqa xwendina Şêxadî da malûmatî tunene. Tê gotin, ku ew şagirtê kesekî bi navê Xaran bûye, lê ne eyan e ka bal wî çi û çiqas wext xwendîye. Tiştê ku bi me va eyan e ew e, ku ewî derheqa qanûnên dînê êzdîyan da kitêbeke bi herfên erebî nivîsîye. Ev kitêb, ku kurdên êzdî jê ra „Mişîr“ dibêjin, di ziyareta Şêxadî da tê parastinê.

Şêxadî nivîskar û belakirê bawermendîyên kurdên êzdî bûye. Gorî malûmatîyên J. Frank, êzdîyên Îraqê dema eyd û erefatan serê xwe dikine ber xwe, bê deng, pante dayî ber bi kitêba ziyaretî diçin, yek bi yek wê radimûsin û bi van gotinan va paşda diçin: „Ya Mişîr, bira rehma Melekê Taûs li ser me be, bila Êzdî, Şêxadî ardimîyê bidine me”[16].

Perçekî ji wê pirtûkê bergirtî (kopîkirî) sala 1946an bal binecîyê gundê Gelto, navçeya Telînê Pîr Ahmed hebû. Rast e, îzin tune tiberkên dînî nîşanî hinek kesên din bikin, lê pîr qedirê min girt û nîşan da. Ew nivîsar hema bêje nedihate xwendinê, herf ancax xuya dikirin, tenê xetek hate xwendinê, ew jî ev bû: „Melekê Taûs Xwedê ye“.

Êzdîyên gundê Gelto ber „Mişîr“ temene dibûn (pante didan), ebabetî dikirin û qurban didan. Wana tenê di rojên „Rojîyên êzdî“ û „Rojîyên Xidirnebî“ da „Mişîr“ ji qutîyê derdixistin. Di wan rojên eydan da berî ku „Mişîr“ ji qutîyê derxin, mîyek serjê dikirin, qurban didan, paşê diketine malê û ew kitêb radimûsan.

Şêxadî derheqa erf û edetên êzdîyan, rabûn-rûniştin, dua-dirozgên wan da gelek temî û şêwr bi dû xwe ra hîştine. Gorî merivên ruhanîyê ew hemû di kitêba „Mişîr“ da hene.

Aha hinek ji wana:

1.Êzdî gerekê pey gotinên Melekê Taûs herin, wî bihebînin û ji bo xatirê wî salê carekê qurbanan bidin, bona ew dua li mirîdên xwe bike, daxazên wan bi cî bîne û gunehên wan efû bike.

2.Her sal herine warên ziyaretî û li wir ebûbetîyan bikin, qurbanan bidin bona dilê melekên wir bikirin, melekên ku serekê wan Melekê Taûs e.

3.“Mişîr“ ji çevan dûr xweykin, li cîyekî veşêrin.

4.Wextê dewatan û herdem çev bernedine jinên xelqê

5.Ji bo êzdîyan qedexe ye bi miletên mayîn ra bizewicin û mêr bikin, eger bizewicin, an jî mêr bikin, ruhê wan wê here dojehê

6.Miletên mayîn hiz bikin, lê ber wana danexun, xwe ji wan kêmtir nebînin. „Êzdî,- Mîr Îsmayîl dibêje[17],- gerekê qedirê miletên mayîn bizanibin, ji ber ku hemû jî dayîna Xwedê ne“[18].

7.Taûs siyarkirin[19] tenê piştî qurbandayînê dibe.

8.Di dinyayê da çi ku qencî ye, gerekê wêya bikin û derkevine dijî xirabîyê.

9.Maka heywanan nekujin, heta ku çêjikên wan (berên wan) jê cihê nebûne, kê ku wana bikuje, ewê ber Melekê Taûs cabê bidin.

10.Di nav êzdîyan da mirîd nikarin bi merivên ruhanîyê (şêx û pîran ra) ra bizewicin û mêr bikin.

11.Êzdî gerekê derew sond nexwe.

12.Destebirakîyê gerekê qewî xwedî bikin.

13.Destûra êzdîyan tune bi jineke kebîna biyanîyan jê kirîye ra bizewice.

14.Miletê êzdî nemirî ye, tu kes nikare ji dînê xwe derkeve.

15.Ruhê kesên Xwedênenas wê here dojehê.

16.Melekê Taûs nabexşîne derewçîyan, lema jî gerekê timê rastîyê bêjin.

17.Gerekê timê qedirê dê û bavan bigirin, ber wana temene bin, eger wisa nekin wê ber Melekê Taûs cabê bidin.

18.Jîyana li vê dinyayê tiştekî vala ye, gerekê herdem derheqa dinya walin da bifikirin û bona gunehên xwe efû bikin, gerekê timê qurbanan bidin.

19.Xirabî qencîyê tîne, qencî jî xirabî tîne, lema jî gerekê ne gelekî qenc û ne jî gelekî xirab bin, gerekê orte hilbijêrin.

Şêxadî gelek temî û şêwr jî nivîsîne, ku di kitêba “Mişîr” da hene. Lê ji ber ku “Mişîr” nayê xwendinê (ango, destûra xwendinê tune), lema jî piranîya şîret û şêwrên ku Şêxadî hîştine, hatine jibîrkirinê, lê tiştên giring ji zar (dev) derbazî nisletan bûne û heta niha jî kemala wan ya perwerdeyê pir e.

Bona van şêwr, şîret û qanûnên dîndarîyê-olî êzdîyan Şêxadî himberî Xwedê kirine.

Goristana Şêxadî niha jî ziyareta êzdîyan ya sereke ye.

Niha em binhêrin çika qewal Huseyn vê ziyaretê çawa şirovedike: “Ew ocax di gêlî da ne, bi daran va xemilîye, di herdu alîyan da zinarên bilind in, ku ji dûr va bi bedewîya xwe va merivan zendegirtî dihêlin. Bona merivên dîndar yên ji dûr hatî di nav wan zinaran da xan û warên jîyînê hatine çêkirinê. Dîwarên ocaxê bi kevirên zexm hatine çêkirinê. Pencên tavê ji pencereyên mînanî kulekan ra dikevine hundur”[20]

Her sal meha îlonê gelek dîndar berevî vira dibin. Li Lalişê ji dîndarên hatî ra cam dibêjin û ev heytehol heft rojan dikişîne. Êzdîyekî bi navê Nebî, ku sala 1909an çûye Lalişê, dibêje, ku dîndar bona gunehên xwe efû bikin, ebabetî li goristanên Şêxadî û Êzdî dikin û qurbanan didin. Ebabetîya mezelan bi şaynetîyeke resmî va tê derbazkirin, bi sitiran, qewil, reqas û lîstikan va. Di sitiranên dînî da pesinê Şêxadî û Êzdî tê dayînê û fikira wan sitiranan ya sereke ew e, ku ew wek Xwedê mezin in. Li jêr em yek ji qewilan tînin:

 

“Şêxadî xudanê keremê

Dehar bûye li alemê, le Ecemê

Dehar bûye Batilfar

Lê cem bûne mêrdare

Qest kir heta Hekare[21]

Qest kir heta Lalişe

Ket guhê mire

Çiya Erefatê guşe-guşe”.[22]

 

Ji vî qewilî xuya dibe, ku Şêxadî bal êzdîyan beramberî Xwedê ye, wek ku em di wê sitiranê da dibînin, tebîyet jî hazir e guh bide wî, xêrhatina wî bike, Şêxadî bi dilalavî qebûl bike.

Li Lalişê piştî ebûbetîyan û qurbandayînan dengê sitiranê disekinî, paşê ji qewalan yekî perçekî qumaş digirte destê xwe, dikire nava ava Zimzimê, alîkî wî girê davîtê û di hewayê da dimilmiland û ew yek nîşana wê bû, ku heytehol xilaz bûye.

Dîndaran destên şêxan, pîran û qewalan radimûsan, ava Zimzimê û xwelîya ji der û dorên ziyaretê bi xwe ra dibirin û ji hev belav dibûn.

Gorî qiseya Nebî, piştî heytehola dînî, gava dîndar îdî ji ziyaretê bi dûr diketin, mîr û serekên ruhanîyê yên mayîn di ziyaretê da diman. Wê demê ji qulçekî ziyaretê feqîrên bi cilên sipî va derdiketin, ebabetîyên olî dikirin, lê jin û mêrên ruhanî distiran û direqisîn. Paşê feqîran û koçekan di ziyaretê da reqasên eskerîyê û dewatê direqisîn û di nav wan da erf û edetên dînî û ruhanî dihatine xuyakirinê. Feqîrekî gava reqasa ”Heyf” direqisî, xudêgiravî bona heyfa xwe ji dijmin hilde, bi şûrê xwe yê darîn va sê caran li erdê dixist û digot: ”Min heyfa xwe hilanî” û paşê berê xwe dida heykelê Melekê Taûs, serê şûrê xwe li kevirekî ziyaretê dixist, paşê datanî ser xalîçeya li erdê raxistî û bi gavên gelek bawer û qeşeng va, kerr û lal ji ziyaretê derdiket. Gerekê bê destnîşankirinê, ku di ziyareta Şêxadî da xên ji heykelê Melekê Taûs, tu heykelekî din, tu wêneyek tuneye.[23]

Feqîrekî dinê kevezanê sêr di dêst da pêşda dihat, kevezan hildikişande jor, paşê berjêr dikir, digot: ”Ya Melekê Taûs, ya Şêxadî û ya Êzdî” û kevezanê xwe li erdê dixist. Ev bûyer dide xuyakirin, ku bi hêz û zoraya kevezana bi sêr, bi komeka Melekê Taûs, Şêxadî û Êzdî erd diqelêşe, pareveyî ser du paran dibe, dijminên êzdîyan hildigire nav xwe, paşê ew erd dîsa tê girtinê. Piştî vê bûyerê feqîr kenê wî li ser dêv, dikeve erdê û çend deqeyan xwe mirî davêje.

Ev bûyerên bi sêr û reqasên dînî, ku heta niha jî li ziyareta Şêxadî têne derbazkirinê, bona wê yekê têne kirinê, ku Şêxadî û Êzdî wek Xwedê mezin bikin.

Qurbanên ku dîndaran didan, piranîya wan para mîr diket, yên din pîr û şêx, qewal û feqîr û koçek di nav hev da parevedikirin.

Gorî qiseya qewal Huseyn, heta salên 1950î li ziyareta Laliş heykelê Şêxadî jî hebûye, ku paşê, di salên 1850-1860an da winda bûye. Derheqa wê yekê da kalikê wî - qewal Bedir jê ra gotîye. Gorî wî xizmetkarên ziyaretê yên bi esilê xwe va aşûrî bi daxaza mîsîonêrên îngilîs ew heykel dizîne û firotine wan. Windabûna heykelê Şêxadî di nav êzdîyan da bûye mîna şîneke giran. Niha, bi fikira Huseyn, ew heykel di mûzêya Brîtanîyayê da ne.

Wek ku di nav musulmanan da herdem navê Mihemed tê dayînê, wisa jî di nav êzdîyan da navê Şêxadî tê dayînê. Êzdî gotinên wî dubare dikin, mezinaya wî, aqilê ku Xwedê dayê didine kivşê.

Di nav dînê êzdîyan da Melekê Taûs Xwedê ye, lê Şêxadî û Êzdî wekîlên wî ne.