Культы домашних и диких животных 7 страница

В одном из каулов езидов о сущности Шамса говорится:

 

Şemsedîn li ezmana,

Û tunene xan û mala,

Әw digere hemû cîana,

Әw dîyara h’e’mû cîana.

Komekdara dil û meryane.

Шамсадин - он на небесах,

Нет ни дома у него, ни пристанища,

Кружит он повсюду, бывает везде.

Он знает все, ему всё ведомо,

Он благодетель людей и их сердец.

 

Как видим, в каулах образ солнца обожествлен, по своей силе оно приравнено к богу - Малакетаусу. Итак, Шамс у езидов по своей значимости после Малакетауса является самым милосердным, могущественным, красивым и благосклонным к ним божеством, олицетворяя собой символ гармонии, счастья, радости и светлого прозрения.

В религиозных верованиях езидов солнце освящено. Касающиеся этого верования ритуалы и обряд жертвоприношения в основном совершались у оджахов шейхов-шамсиков.

В езидских верованиях солнце и луна иногда изображены в облике человека. По мнению езидов Талинского района, они - сестра и брат. А по представлению курдов Лачина /Азербайджан/, солнце считалось красной девицей, чьи лучи восторгают и умиляют людей. Луна - это мужчина, является мужем солнца, и именно в этом причина того, что луна светит тускло и ее лик изрезан бороздами.[254]

Среди армян Джавахка о солнце и луне бытует следующая легенда: Солнце - это девушка, а луна - юноша, когда они встречаются, то луна теряет рассудок и тускнеет".[255]

По утверждению езидов, Шамс разъезжает повсюду на колеснице с запряженными конями. Подобное поверье существует среди многих восточных народов.

Запряженных в колесницу солнца коней персы называют "Кони солнца". И по армянским верованиям тоже светило имело колесницу с четырьмя запряженными конями.[256]

Как видим в религиозных верованиях древних армян, персов, курдов и других народов солнце обожествлено, что нашло свое отражение и в курдской мифологии.

 

14. Bawermendîya Hîvê

Gelek milet, di nav wan da miletê kurd pir bawerîya xwe bi Hîvê anîne.

Bal yûnanîyên kevinare Hîv hatîye hebandinê bi navê Artêmîs, bal ermenîyan – Anahît, bal ereban – Alîdda. Bal êzdîyan tê binavkirinê wek Melek Ferxedîn.

Di lêgêndên kurdan da Hîv û Ro xûşk û birayên hev in, him jî jin û mêrên hev in. Xûşk himberî birê, lê jin himberî mêrê xwe kinêz[257] bû.

Em ji van bawerîyên di hindava Royê û Hîvê da têne ser wê fikirê, ku di nav kurdan da di wextê xwe da serdestîya jinê hebûye.

Rêçên desthilatdarîya jinê bi awayekî geş di lêgênda ”Madî û Qaso” da xuya dibe. Di wê da mêrxasên berhemê xûşk û bira ne. Ewana hewara xwe li Melekê Taûs dadixin bona alî wan bike ji dest zordestîya serekeşîr xilaz bibin. Melekê Taûs perr û baskan dide wan, ew difirine ezmanan û rojekê jî rastî daristanekê tên, li wir dihêwirin, salekê li wir dijîn û ji wan ra kurekî bedew dib[258].

Kurdên navçeya Talînê ser wê bawerîyê ne, ku Ro û Hîv xûşk û birayên hev bûne, lê paşê zewicîne û ji wana steyrk û erşê ezmîn çê bûne.

Kurd bi dilekî fire û çavekî ron li Ro, Hîvê û Siteyrkan dinihêrin, ew ser wê bawerîyê ne, ku Melek Ferxedîn ji Hîvê xuliqîye, lema jî ji Hîvê ra dibêjin ”Maka Melek Ferxedîn”.

Di bawerîyên êzdîyan da Melek Ferxedîn ji Xwedayê Şîxadî xuliqîye, neferekî wê malê dihate binavkirinê wek Xwedayê rehmê. Êzdî ji bo Hîvê heyteholên dînî dikin, qurbanan didin. Gava ew li Hîva çardehşevî (Hîveron) dibînin, destê xwe yê rastê li sûretê xwe dixin û dibêjin: ”Ya maka Melek Ferxedîn, tu li me bêyî rehmê”.

Jina kurd bona zara xwe ya nexweş qenc bike, êvarê zarê dibir ber ronahîya Hîvê, berê xwe dida wê, digot: ”Ya Hîveronê, tu dayka zarê yî, ez dêmarî me, vê zarê xilazke ji vî agirî”. Paşê dê bûyareke dînî dikir: ew tilîya xwe ya beranî û tilîya kodalêsê bi hev ra dikir weke hîvê, datanî ser pişta zarê û wisa dibire mal.

Dema Hîveronê êzdî ji mal dertên, destên xwe li ser sûretê xwe ra dibin û tînin, lê bal kurdên musulman melle radibû ser minareyê û bi dengekî bilind dikire gazî, ku Hîveron derketîye. Dîndar bi guhdar gotinên wî dibihîstin û bi dilekî baristan û bi hêvî li Hîvê dinihêrîn.

Gorî êzdîyan, Hîv dixuliqe û dimire. Ew mehê carekê dixuliqe, lema jî êzdî ji bo bûyîna wê derdikevine ser banan, derheqa hatina Hîvê da elamî binecîyan dikin û şabûna xwe dîyar dikin.

Êzdîyên qezaya Qersê di wan deman da li rûyê merivên dewlemend dinihêrîn, bona ew jî dewlemend bin, jinên ku zaro ji wan ra ne dibûn, hîvî ji Melek Ferxedîn dikirin bona zarekê bide wan.

Gorî gotina qewal Huseyn, êzdîyên Şengalê bi kilam û reqasan hatina Hîveronê pîroz dikirin. Ji wê reqasê ra dibêjin ”Lîstika hîvê”. Reqasên wisa bal miletên papûasan, korsîkîyan, albanan û yên mayîn heye. Gorî Bênsê, ”Ji çiqilê Hîvê yê pêşin ra ”Nor” digotin. Gava cara pêşin Nor dibînin, berê xwe didine warê duakirinê û xwe xaç dikin (hinekan hema ber Hîvê ser xwe xaç dikirin). Wana bawer dikir, ku piştî lênihêrîna Nor, dema tiştekî teze didîtin, ew tim di ber çavên wan dima, lema jî wana piştî lênihêrandina Nor demeke dirêj li pereyan dinihêrîn”[259].

Roja ku Hîveron dîyar dibe, êzdî êvarê pez û dewar ji gom û tewleyan derdixin û hîvî ji Melek Ferxedîn dikin, ku pez û dewarên wan sitewr nebin.

Hîv herwiha mecala qenckirina nexweşîyan bû. Bona zaro nexweş nekeve, an jî bona qenckirina zara nexweş, ji kalan yekî perekî ji sifir hildida û dayka ku zar hilgirtibû, nêzîkî wî kalî dibû. Kalê ku berê xwe li hîvê kiribû, bi meqesê ew pere dibirî, dikire wek hîvê, paşê ew bi mix qul dikir û ji piştê va bi kincên zarê va didirût. Ew pere gerekê tim bi kincên zarê va dirûtî bûya, heta ew digihîşt. Ew dihate hesibandinê wek hêzeke ku dikaribû dewsa hîvê bigirta.

Melek Ferxedînê êzdîyan, wek ku bal gelek miletan, dihate hesibandinê wek Xwedayê Hîvê. Êzdî dema behsa Hîvê dikin, berî her tiştî navê Melek Ferxedîn didin.

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku Melek Ferxedîn piştî Melekê Taûs di cihanê da yê herî bi hêz û xurt e. Ew ne dîyarî çavan e û pir zor e. Eger Melek Ferxedîn hêrs bikeve, dikare siteyr û erşê ezmîn serûbinî hev bike, zirarê bide merivan, heywanan û şînkayê. Lê ew ji neqencîyê zêdetir yekî qenc û dilrehm e. Hîv di nav erş û ezmanan da dijî, lê ewledê wê Melek Ferxedîn di erşê ezmîn da digere, dengê hemû merivan û heywanan dibihê, hinek ji wana hîvî û lava ji wî dikin, ew jî daxazên wan digihîne diya xwe, dayka wî jî daxazên wan înkar nake û bi tevayî alî kesên di tengasîyê da dikin. Lê ew kes, ku qedirê hîvê nagirin, ji alîyê Melek Ferxedîn da têne cezakirinê.

Gorî êzdîyan Melek Ferxedîn dihate hewara merivên di rojên teng da, xwesma desttengan, ew li ku bûna û kê bûna, rewşa wan xweş dikir.

Derheqa hebandina Hîvê da wek têlekî sor di lêgêndên kurdan da derbaz dibe. Bawerîyên kurdan hindava hêzên xurt yên di ezmanan da gorî cûrê jîyana xwe, ango xwelîbêcerkirinê û heywanxwedîkirinê ra hev hûnandî ne.

Kurd tarîbûna Royê û Hîvê bi wê yekê va şirove dikirin, ku qezîya û belayek wê biqewime. Gorî wan, an wê şer bûbûya, an wê heywan bihatana qirê, an jî ekinê salê wê kêm bûya.

Kurd ser wê bawerîyê bûn, ku ruhên neqenc diçûne ser Hîvê û Royê, bi siya xwe alîyekî wan digirtin, lema jî tarî di ser wan da dihat. Êzdîyan bona wan ruhên neqenc ji ser Hîvê dûr bixin, di erdê da perçeyên hesin çal dikirin, hesinê xaçkirî ji şêmîka xwe dûr dixistin, hûrikên hesin bi darekê va girê didan û di erdê da diniçikandin.

Bona xeta û bela di wan rojan da ji xwe dûr bixin, êzdîyan qurban didan û dua dikirin.

Êzdî bona wê yekê qedirê Hîvê digirtin û bona wê qurban didan, ku ber dilê wan hêzên nebînayî da bên, ku li Hîvê hene û di nav wan da Melek Ferxedîn jî hebû.

Derheqa bawermendîyên kurdan yên bi Hîvê va girêdayî heta îro kêm tişt hatîye nivîsarê, lema jî ji bo me zehmet e derheqa hemû cûrên bawermendîyên di demên cuda-cuda da bi awayekî zelal û parzûnkirî bînine ber çavan.

 

 

Культ Луны

 

У многих народов, в том числе и у курдов, луна, как и солнце являлась одним из пантеистических элементов в верованиях. У древних греков луна почиталась под именем Артемис, у армян - Анаит, у арабов - Алидда. У езидов этим божествам соответствует Малак Фархадин, который в их мифологии занимает второстепенное место.

В курдских легендах луна и солнце изображены сестрой и братом, а иногда и супругами. Сестру по отношению к брату, а жену - к мужу езиды называют КНЕЗ /Заботливая/.[260]

Исходя из подобного представления о луне и солнце, можно прийти к выводу, что среди езидов некогда существовал матриархат. Признаки матриархата ярко отражены в курдской легенде "Мади и Касо" герои которой, Мади и Касо, являются родными сестрой и братом. Подвергаясь постоянному преследованию со стороны своего родоначальника, они взывают к Малакетаусу о помощи. Малакетаус дарует им крылья, после чего они взлетают и долго кружат в небе. Но однажды они прилетают в некие края с тропическими лесами. После целого года проживания в этом лесу у них рождается прекрасный сын[261].

Курды-езиды Талинского района считают, что солнце и луна приходились друг другу сестрой и братом, но в дальнейшем они поженились, а звезды и созвездия были зачаты ими и произошли от них.

Курды взирают на солнце, луну и звезды на небе с неким загадочно-таинственным чувством, они полагают, что Малак Фархадина родила луна и поэтому ее называют "Мака Малак Фархадин" /Мать ангела Фархадина/.

Малак Фархадин в теологии курдов-езидов - это божественное порождение Мала Шехади /Дома Шехади/, является членом этого семейства и считается божеством добра. Езиды поклоняются луне и свое отношение к ней выражают исполнением магических ритуалов и жертвоприношением. Во время новолуния езиды гладят правой рукой лицо и произносят: "О, Мать Фархадина, будь к нам милостива" (Ya Maka Ferxedîn, tu me bêy reme).

В новолуние курдянка выводила своего больного ребенка во двор с молитвой на устах: "О, новая луна, ребенку моему ты - мать, а я ему - Мачеха, спаси его от этого недуга!" (Ya hîva nuh, tu dayîka zarêyî, ez damarîme, Vî zarî ji vî agirî xilazke) . Затем мать ребенка совершала следующий ритуал: с помощью большого и указательного пальцев руки она изображала полумесяц, прикладывала к спине ребенка и уводила его домой.

В дни новолуния езиды обычно выходили на улицу, становились лицом к луне, сопровождая это ритуальное действо жестом, символизирующим омовение лица. А у курдов-мусульман священнослужитель поднимался на минарет и громко вещал о восхождении луны.

Езиды считали, что луна имеет свое рождение и смерть. Она рождается один раз в месяц. В ознаменование ее рождения езиды в первый день обновления луны выходили из своих домов, взбирались на холмы и устремляли взгляды в небо в ожидании появления обновленной луны.

У езидов Карской области существовал обычай - в день новолуния смотреть богатым людям в глаза в надежде, что это поможет им разбогатеть, а бесплодные женщины обращались с молитвой к Малак Фархадину дать им ребенка.

По свидетельству кавала Хусейна, езиды Снджара встречали новолуние с песнями и плясками. Эти ритуальные танцы назывались "Пляски луны" (Lîstka hîvê). Похожие ритуальные танцы в честь новолуния существуют также у папуасов, корсиканцев, албанцев и многих других народов.

Согласно наблюдениям Бенсе, у армян "первый рог новой луны называется "Нор" /новый/. Увидев Нор, люди шли в молельню и начинали креститься /некоторые крестились, встав лицом к луне/. Они верили, что после того, как они увидели Нор, все те предмеды и вещи, которые попали в поле их зрения в скором времени в течении месяца достанутся им, и именно поэтому в надежде на это людеи чаще всего старались останавливать свой взгляд на деньгах.[262]Вечером первого дня новолуния курды-езиды выгоняли весь свой скот на улицу и с молитвой обращались к Малак Фархадину с просьбой уберечь их животных от бесплодия. Считалось также, что луна якобы способна исцелять от болезней детей. Например, чтобы избавить своего ребенка от недуга, мать брала его на руки и приносила его к старцу, который ножницами вырезал из медной или серебреной монеты серповидную фигурку в виде полумесяца, проделывал гвоздем отверстие и пришивал к одежде больного ребенка со стороны спины. Эта серповидная монета должна была оставаться пришитой к его одежде до достижения им совершеннолетия. По мнению езидов, этот амулет заменяющий луну, считался волшебной и покровительствующей силой.

Езидский Малак Фархадин соответствует лунным божествам других народов. Поклоняясь луне езиды преимущественно упоминали имя Малак Фархадина и поэтому мать-луна, Мака Малак Фархадин, отодвигалась на второй план. Езиды считали, что самым могущественным божеством на небе после Шамса является Малак Фархадин, что он огромен и незрим, обладает всевозможными свойствами. В гневе он способен переворачивать планеты и звёзды, причинять непоправимый вред людям, животному и растительному миру. В то же время он может быть великодушным и добрым. Сама луна-мать находится на небе, а ее сын Малак Фархадин путешествует по вселенной и слышит все голоса людей и животных, обращающихся к нему в молитве с разными просьбами. После этого обо всех людских просьбах и молитвах он сообщает своей матери-луне, которая вместе с ним оказывает всем всяческую помощь. Кроме того, Малак Фархадин строго наказывает тех, кто проявляет неуважительное отношение к луне.

По представлениям езидов, Малак Фархадин главным образом помогал беднякам, и делал это независимо от их местонахождения. Он содействовал, чтобы неимущие преодолели бедность и разбогатели.

Среди курдов всех видов вероисповедания затмение луны, равно как и солнца, воспринималось как знамение беды. По существующему суеверию, любое затмение связывали с началом либо войны, либо падежа скота, или ожиданием плохого урожая

Подобные представления у курдов исходят из их анимистических взглядов. Они считали, что в момент затмения на поверхности луны и солнца собираются демоны, которые закрывают собой их лики, и поэтому они тускнеют. Чтобы изгнать демонов с поверхности луны, езиды закапывали в землю куски железа или выбрасывали через порог своего дома на улицу металлическую подставку из под котла, а также к длинному деревянному шесту привязывали куски железа и втыкали его в землю.

При затмении луны езиды с целью предотвращения прихода зла совершали ритуальное жертвоприношение и неистово молились.

Жертвоприношение в честь луны совершалось с намерением умилостивить ее и её сына Малак Фархадина.

На сегодняшний день вопрос о культах небесных тел среди езидов изучен недостаточно, об этом написано крайне мало, а, следовательно, весьма сложно говорить обо всех их признанных в разные периоды времени формах.

 

 

15. Hebandina Siteyrkan

Kurdan taybetmendî û xusûsîyetên Siteyrkan fêm nedikirin, ji ber wê jî bi awayê xwe şirovedikirin. Wana ew Siteyrk hildibijartin, ku bi bedewî, rêzbûn û xwelivandina xwe va berbiçav diketin û ew dihebandin.

Ji ber ku kurd piranî bi heywanxwedîkirinê û xwelîbêcerkirinê va mijûl dibin, lema jî dema rêvebirin û pêşvabirina malhebûna xwe, bala xwe didin wan bûyeran, ku li erşê ezmîn diqewimin.

Yek ji wan Siteyrkên bi şewq tê binavkirinê wek ”Siteyrka sibê”, ku geş diçûrise û ji nîveka meha tebaxê destpêkirî, serê sibê li ezmanan dîyar dibe û tê hesibandinê wek nîşana bereketê. Hema ev siteyrk derdiket, xwelîbêcerkir dest bi karê xwe dikirin, hinekan xwe li riya rêwîtîyê digirtin.

Êzdî gava nêzîkî bax û bostanên xwe dibû, bona ekinekî bol bistîne, navê Melekê Taûs û Siteyrka sibê dida. Eger ewiran dor li wê siteyrkê digirt, wisa texmîn dikirin, ku wê salê ekin wê kêm be.

Şêx û koçekên kurdan di nav mirîdan da wek nûnerên hêzên batinî pêşda dihatin, digotin, ku siteyrka her merivekî heye û gava meriv dimire, ew siteyrk ji ezmanan dikeve.

Ev bawerî di nav gelek miletên cihanê da belavbûyî ye. Derheqa wê yekê da Yê. Lalayan dinivîse: ”Bi bawerîya milet, her merivek xwedî siteyrkekê ye, dema wextê mirina wî nêzîk bibe, ew siteyrk wê bikeve û meriv wê piştî 40 rojan bimire”[263].

Hebandina steyrkan bi awayekî fire di zargotina kurdan da derbaz dibe. Xwesma destana ”Leyl û Mecrûm” balkêş e. Di vêrsyoneke wê da du dilên bengî di rûyê evîna bextreş da hildikişine ezmanan, dibine siteyrk û salê carekê rastî hevdu tên.

Şemêya mêrxasa hikyata ”Şemê”, bona xwe ji dinya musulmanîyê ya tarî û kelemçekirî xilaz bike, dua li Xwedê dike, ku bimire û bi fermana Xwedê dibe siteyrk û hildifire ezmanan.

Nivîskar û helbestvan di berhemên xwe yên edebî da folklora kurdî bi kar anîne. Mêrxasên destana ”Anûş” ya şayîrê ermenîyan yê mezin Hovhannês Tûmanyan Anûş û Saro di rûyê evîna bedbext da dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û salê carekê hev dibînin[264].

Ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her merivek di ezmanan da xwedî siteyrkekê ye, lema jî di dema dewatê bûk û zava di bin siteyrkan da digerandin û govend digirtin û di wan deman da dayîkên bûk û zavê di ber xwe da dikirine ginegin û digotin: ”Bira siteyrkên we di ezmanan da timê geş bibin”.

Der va, di dema govendê merivên vexwendî qilîçka bûkê digirtin (wê demê zava dikete mala bûkê), di bin dengê def û zurnê çend deqe dilîstin, paşê bi deng kilamên gelêrî digotin û di wan kilaman da fikirên hewaskar hebûn, wek vexwendîyan dua li siteyrkên ezmanan dikirin bona bûk û zavê ji qeza û belayê dûr bixin.

Di sitirana ”Siteyr” da tê gotinê:

 

”Siteyrno, siteyrno, siteyrê geş

Me binhêrin, me vê şayê

Rehma we li ser bûk û zavê”[265].

 

Di dema reqasê pîrejin destên xwe ber bi ezmanan dikirin û hîvî ji Melekê Taûs dikirin, ku siteyrka bûk û zavê herdem geş bimîne.

Bi bawerîya êzdîyan hemû siteyrk bi wan reqasan va şa dibûn, di nav wan siteyrkan da yên bûk û zavê jî, û hema bi duayên wan siteyrkan va bûk û zava bextewar dibûn.

Êzdî xênji siteyrkan, bawerîya xwe bi wan hemû tiştan dianîn, ku di galaktîkayê da hebûn û nav li hemû siteyrkên mezin kiribûn. Yek ji wana siteyrka Riya Kadiz e. Di folklora kurdî da behsa wê siteyrkê tê kirinê, ku Xwedêgiravî merivekî dewlemend ji mereka (kadîna) merivekî kesîb qesel dizîye. Merivê kesîb diçe ber derê mala wî disekine û dibêje:

-Filankes, te çima qesela min dizîye; ne axir ez merivekî kesîb im, çêlekeke min tenê heye û ewê bêy qesel û gîha gever bibe.

Merivê dewlemend bêy ku şerm bike, serê xwe dike ber xwe, bêy bersîvdayîn û uzir xwestin diçe mala xwe. Merivê kesîb ji Melekê Taûs hîvî dike, ku merivê dewlemend ceza bike. Bi daxaza Melekê Taûs ew diz ruhê xwe dide, bona meriv bizanibin kirinên ne li rê merivan digihînine çi rewşê.

Di nav gelek miletan da Galaktîka Rê di qanûnên dînî da hatine hebandinê. Ew galaktîka Xwedayê ye, an jî ji wê raRiya Ruh dibêjin û merivê mirî bi wê rê diçe dinya din û ser wê rê kuçikên agir dişuxulin[266].

Di bawermendîyên kurdan da siteyrkeke din ku tê hebandinê, ”Siteyrka avê” ye. Û eger ew siteyrk li ezmanan xuya bibe, ew tê wê maneyê, ku lêhî û lêmişt wê rabe. Bona pêşî li wê bigirin, qurbanan didin.

Di bawermendîyên êzdîyan da siteyrka ”Koma Sêwîyan” jî cîkî berbiçav digire. Ew siteyrk piştovana sêfîl û jaran e. Ew êvara dereng dertê, dema pez dibine kozîyê. Derheqa vê siteyrkê da bal kurdan lêgêndek heye. Gorî wê neferên maleke belengaz timê jîyana cînarê xwe yê dewlemend dibînin û ji jîyana xwe aciz dibin. Ewana hîvî ji Melekê Taûs dikin, ku wana ji wî halî xilaz bike. Melekê Taûs lava û dîlekên wan dibihê û bi fermana Melekê Taûs neferên wê malê dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û rex hev, di cêrgekê da rêz dibin[267].

Di bawermebdîyên êzdîyan da navê cêrgeya siteyrkan ya bi navê ”Karwanqir” jî derbaz dibe, ku bi şevan dîyar dibe. Ji wana siteyrkek gelek geş e û hema navê wê siteyrkê danîne ser cêrgeya siteyrkan û ew siteyrka xirabkarîyê ye. Gorî bawerîya êzdîyan ev siteyrka han mak bûye, yên din çêjikên wê bûne. Vana zirareke mezin dane merivên li ser erdê dimînin û van merivan hîvî ji Xwedê kirine ku ew wê ceza bike. Xwedê guh dide ser daxaza merivan, mak û çêjikan hildifirîne ezmanan û wana dike siteyrk. Ew çêjik xwe didine dora makê û bi wî awayî cêrgeya siteyrkan ya bi navêKarwanqir dixuliqe[268].

Gorî bawerîyeke din 17 merî bona peydakirina hebê nên didine ser rê, diçine welatekî xerîb. Piştî rêwîtîyeke dûr û dirêj li deştekê dihêwirin bona hêsa bibin. Piştî şev nîvî dibe, di ezmanan da kome siteyrk xuya dibin û ji wana ya here geş ya ortê bûye. Rêwî dibêjin qey ew Siteyrka Sibê ye û ewê zûtirekê şewq vede, wê sibe ron be û bi vê bawerîyê hemû radibin û riya xwe berdewam dikin. Du sehetan rê diçin, sibe ron nabe, hêja fêm dikin, ku ew siteyrka geş xapxapok e û ew ziyandara merivan û heywanan e. Hema wî çaxî dibe ba û bager, karwan dikeve ber bahoz û bagerîkê û winda dibe.

Em dibînin, ku di van bawerîyan da siteyrk ne ku ruhberên li ezmanan in, lê ew ruhberên li ser erdê bûne, paşê hilfirîyane ezmanan.

Di mîtologîya kurdan da cêrgeya siteyrkan ya bi navê ”Beranî” cîkî berbiçav digire. Ew sîmvola zêdebûna serê heywanet, bereketê ye û herwiha hukumê wê siteyrkê li ser Memê Şivan heye, ku piştgirê pêz e. Bi bawerîya êzdîyan berê ruhê Memê Şivan li ser erdê bûye, paşê hilfirîyaye ezmanan û ew pêz ji guran, dizan û xeta û belayan diparêze.

Êzdî ji boy navê vê cêrgeya siteyrkan û Memê Şivan bona pezê wan ji hev zêde bibin û bela neyê serê wan, qurbanan didin û heyteholên dînî didine derbazkirinê. Payîza dereng bona ku pez sitewr nebe, beran êvaran, dema cêrgeya siteyrkan ya bi navê Beranî derdikeve, berdidane nav kerîyê pêz. Gorî dîndarên êzdîyan, ji ber ku ruhê Memê Şivan rengên cuda-cuda hiz dike, berî ku beran berdine nava kêrî, hirîya ser pişta pêz bi rengên cuda-cuda va den (reng) dikirin.